Li Herêma Kurdistanê proseya perwerdehiyê hat rawestandin

Di kombûna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de biryar hat dayîn, heta 1/12/2020 xwendin li hemû polan bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di kombûna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de biryar hat dayîn, heta 1/12/2020 xwendin li hemû polan bê rawestandin.

Peyvdarê Wezareta Tendirustiyê Dr Aso Hewêzî wiha got: "Ji bo parastina jiyana xwendekar û mamosteyan dê heya 1/12/2020 proseya perwerdeyê were girtin

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî wiha ji K24ê re ragihand: "Ji bo parastina jiyana xwendekar û mamosteyan, proseya perwerdeyê dê heya 1/12/2020 were rawestandin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê jî diyar kir ku biryar e hemû dibistan hikûmet û yên taybet li xwe digire.

Got jî: "Piştî vê mehê, dê careke din Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ji bo vê mebestê bicive û rewşê binirxîne. Eger ev rewş guncaw be dê deriyên navendên perwerdeyê bên vekirin, eger na jî, dê girtî bimînin."

Proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê, qonaxên 1 û 2 yên sereteyî û ligel 12 yê amadehiyê li nava polan bû. Polên din jî ji 3 seretayî û heta 11 amadehî bi awayekî online û elektronîkî dest pê kiribû. Lê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, biryar hat dayîn ku ji bo mehekê proseya perwerdeyê bê rawestandin.

Berî niha Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê alan Heme Seîd ragihandibû, her dema pêwîst hebe, ewê dest ji xwendina li polan rawestînin.

Ji bo biryara li ser proseya perwerdeyê, Wezareta Perwerdeyê raporek li ser rewşa navendên perwerdeyê ji Wezareta Tenduristiyê re şandibû. Di raporê de amarên pêketiyên Koronayê li dibistanan hatin nîşandan, di civîna îro de jî guftûgo li ser rapora Wezareta Perwerdeyê hat kirin û wezaretên pêwendîdar nêrînên xwe yên li ser raporê anîn ziman.