Bêgerd Talebanî: Projeya bazirganîkirina genim du armancên sereke pêk tîne

Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bicihanîna projeya bazarkirina genima cotkaran dê du armancên sereke pêk bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bicihanîna projeya bazirganîkirina genimê cotkaran dê du armancên sereke pêk bîne. Ya yekem ji bo çareserkirina pirsgirêka bazarkirina genima cotkaran, ya duyem jî bo pîşesazîkirina berhemên cotkaran e.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talabanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya bazarkirina genimê cotkaran de ragihand, “Tevî ku rewş ne guncaw e jî, lê me di serî de qonaxeke baş derbas kir û hewl didin ku berhemên xwemalî bikin ku di her çar demsalên salê de hebin. Pêwîste em ji cotkaran re piştrast bikin û em hemû hewl ji bo pêşvebirina karta çandiniyê bibin."

Got jî: “"Me di destpêka karê xwe yê kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar li ser proje û projeyên sereke û stratejîk kiriye. Yek ji wan jî, berhema genim e, ji ber vê yekê me dest bi vê pirojeyê kiriye.”

Diyar kir, “Bexda bi salane daxwaze wergirtina genim siyasî dike. Ji îsal ve bi hewldanên wezareta me, me karî tenê 40 ton genimê cotkaran zêde bikin da ku wergirin. Bi giştî, îsal Bexdayê nêzîkî 2 milyon genimê cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt.”

Tekez kir, “Heta niha ji sedî 50 ji pereyên cotkarên Herêma Kurdistanê yên salên 2014, 2015 û 2016an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye xerckirin. Ji ber wê dixwazin bi riya vê projeyê, pirsgirêka wergirtina genimê cotkaran çareser bikin.

Diyar kir jî, di çarçoveya vê projeyê de, Herêma Kurdistanê li ser 3 Herêma tê dabeşkirin. Ya yekem Hewlêr e û salane dê 200 hezar ton genim were wergirtin. Ya duyem parêzgeha Silêmanî, Helebce û her du îdare Germiyan û Raperîn e û salane dê 150 hezar ton genim bê wergirtin. Ya sêyem jî li parêzgeha Duhokê ye û dê salane 150 hezar ton genim bê wergirtin.”

Ragihand jî, “Du armancên sereke yên projeyê hene. Ya yekem, pirsgirêka bazirganîkirina genimê cotkaran çareser dike. Ya duyem jî, pîşesazîkirina berhemên cotkaran e. Ji bo xwareka Herêma Kurdistanê ji berhemên xwemalî bê dabînkirin, genim jî kilîta asayişa xwarekê ya vê herêmê tê zanîn.”