Dema vegera cenazeyê Necmedîn Kerîm bo Hewlêrê hat ragihandin

Dema vegera cenazeyê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Herêma Kurdistanê re hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dema vegera cenazeyê Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji Herêma Kurdistanê re hat ragihandin. Heta Kerkûk azad bibe, li ser wesiyeta wî dê bi amanet li Hewlêrê were veşartin.

Berdevkê Malbata Necmedîn Kerîm Karox Seyid ji K24ê re ragihand, “Roja Pêncşema bê, cenazeya Necmedîn Kerîm vedigere Herêma Kurdistanê. Li ser rasperdeya wî, heta Kerkûk ji bin destê dagîrker û xiyanetkaran tê azadkirin, dê bi awayekî demkî bi xakê bê spartin.”

Derbarê merasîma bixakspartinê de, Karox Seyid got: “Li ser rasperdeya wî, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ti merasîm ji bo bixakspartina termê Necmedîn Kerîm nayê kirin.”

Destnîşan kir, ji roja koça dawiyê ya Necmedîn Kerîm ve, komek gencên Kerkûkê ji ber hezkirina wan ji Necmedîn Kerîm re, wêneyên wî bi dar xistine. Lê Hêzên Operasyona Kerkûkê ferman daye ku wêne bêne rakirin, ji bo xelk li kolanan kom nebin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, roja 31.10.2020an ji ber nexweşiyê di temenê 71 saliyê de li Amerîka koça dawiyê kiribû.