Çekdaran jin û mêrek ji gundekî Efrînê revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, îro jin û mêre ji gundekî Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, îro jin û mêre ji gundekî Efrînê revandin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro grûpa Polîsa Leşkerî bi ser gundê Çobana yê li navçeya Cindirêsê de girtin û Îsmaîl Hesen Hemû û hevjîna wî Bêrîvan Hiso revandin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, heta niha bi hezaran kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û çarenvîsa beşek ji revandiyan jî hîna ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca çekdaran ji revandina kurdan ew e, xelkê Efrînê koçber bibe û ew jî proseya guhartina demografî bicih bikin.