Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Omêd Xoşnaw dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya diya wî, peyameke serexweşiyê arasteyî Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya diya wî, peyameke serexweşiyê arasteyî Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, serexweşî li Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw kir, ji ber koça diya wî.

Serokwezîr hevsoziya xwe jê re ragihnd û hêvî xwest, xwedêyê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û aramîyê jî bide malbata wan.

Diya Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw şeva bûrî ji ber vîrûsa Koronayê koça dawiyê kiribû.