Li Kobanî welatiyek 42 sal in ajalên cûr bi cûr xwedî dike
Li Kobanî welatiyê bi navê Cemal Ebareş di odeyeke mala xwe de ajal, masiyên xemlê û çûçikan xwedî dike.
Kobanî (K24) – Li Kobanî welatiyê bi navê Cemal Ebareş di odeyeke mala xwe de ajal, masiyên xemlê û çûçikan xwedî dike.
Cemal Ebareş 42 sal in girîngî dide ajelan û bûye 25 sal, di nav mala xwe de firoşgeheke ajelan vekiriye.
Ebareş diyar dike ku ji bo wî xwedîkirina ajal û çûkan, jiyaneke taybet e û ew demên xwe bi tevahî li wê derê didomîne û dûrî agahiyên siyasetê û nakokiyan dijî.
Xwedîkirina ajal û çûk û masiyan, pisporî jê re divê. Lê Cemal Ebareş diyar dike ku tiştê herî pêwîst, hezkirina vî karî ye. Ew bi xwe weke hobî dest bi vî karî kiriye û niha bûye bazirganekî navdar û hemû cûreyan ji bo xelkê peyda bike û ji bo derveyî herêmê jî bifiroşe.
Cemal Ebareş eşkere dike ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, niha bi zehmetî ajalan peyda dike.