Li Amêdiyê PKKê êrîşî ser Pêşmergeyên Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdstanê kir.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şehîdek û hejmarek birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.
Peyamnêrê me destnîşan kir, ji ber hebûna çekdarên PKK'ê, ev demeke dirêj e şêniyên herêmê di metirsiyê de ne û nikarin bi azadî li herêmê çûnûhatinê bikin.
Ligel wê jî, demek e ji ber şerê PKK'ê li herêmê bêewlehiyeke mezin dirust bûye.
Peyamnêrê me diyar kir, di dema teqîna bombeya PKK'ê bi hêza Pêşmerge de, çekdarên PKKê teqe li hêzên Pêşmerge kirin.
Got jî: "Ew cihê ku çekdarên PKKê bombe di riya hêza Pêşmerge de danîne, tenê 6 kîlometran ji navenda navçeya Çemankê dûr e û vê jî tirs û xofek ji xelkê re çêkiriye.
Hejmarek ji welatiyên navçeya Çemankê K24ê diyar kirin ku ew hêvî dikin aramî vegere herêma wan