“PKKê kampa Mexmûrê kiriye leşkergeh”

PKKê kempa Mexmûrê kiriye baregeheke leşkerî û bi sedan çekdaran lê perwerde dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê liqa 23 ya Qereçox a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, PKKê kempa Mexmûrê kiriye baregeheke leşkerî û bi sedan çekdaran lê perwerde dike, da ku li Herêma Kurdistanê bibe sedema alozî û kiriyarên terorîstî. Dibêje: “PKKê peyman bi Heşda Şeibî re kiriye û ji ber van çalakiyan, rêxistinên Netewên Yekgirtî hevkarî û xebatên xwe yên li kampê rawestandine.

Ji 16ê Cotmehê vir ve, PKKê kampa Mexmûrê weke baregeheke leşkerî bi kar tîne û niha jî kamp bûye cihê perwerdeya leşkerî ya zarok û ciwanan. Herwiha PKK wan vediguhêze Qendîlê û hin ji wan jî ji bo têkdana rewşa ewlehiya Hewlêrê bi kar tîne.

Berpirsê Liqa 23 a Qereçox a Partiya Demokrat a Kurdistanê Kurmanc Ebdullah ji K24 re got: "PKKê kampa Mexmûrê li şûna nişticihbûna welatiyên sivîl, kiriye leşkergeh û meydana perwerdehiyê. Ev siyaseta PKKê, wiha dike ku gelek kesên li kampê nerazî bin, lê nikarin dengê xwe bikin."

Got jî: "Ji 16 'ê Cotmehê û vir ve, siyaseta PKK'ê li van herêman zelaltir bûye. Li gel Heşdî Şebî hevkarî û hevahengiyê dike û pereyan jê werdigire, ji bo pêkanîna ecindeya dijminan li dijî Herêma Kurdistanê.”

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne, kiryarên PKK'ê bi rêkeftin û handana welatên li dijî Herêma Kurdistanê ne û wek Şengalê li kampa Mexmûrê jî rêkeftin bi Heşda Şeibî re kiriye.

Di wê derbarê de, çavdêrê siyasî Medhat Silêman got, "PKK polîtîkayên rayedarên xwe bicih dike. Wek nimûne, serkirdeyê PKK'ê Duran Kalkan ragihandibû ku ligel Îran û Tirkiyê, li dijî avabûna dewleta Kurdistanê lihev kiriye. Yanî ew siyaseta wan welatan li dijî avabûna dewleta Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi cih dikin. Herwiha Cemîl Bayîk gotiye: "Em amade ne ku hêzekê bişînin ser Pêşmergeyan.”

PKK roj bi roj siyaseta firotina şer bicih dike, rewşa ewlehiyê têk dide, Tirkiyê dikişîna nava xaka Herêma Kurdistanê û plana welatan li dijî Herêma Kurdistanê cibicî dike. Ji bilî teqandina boriya petrolê, niha kampa Mexmûrê kiriye bingehek leşkerî û li wir ji bo têkdana rewşa ewledarîya herêma Kurdistanê, çekdaran perwerde dike.