PKKê du polîsên petrolê li devera Çemankê birîndar kirin
Jêderekî ji Polîsê Petrol û Gazê yê li parêzgeha Duhokê ragihand; çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Çemankê êrîş kirin ser hêzeke Polîsê Petrol û Gazê.
Duhok (K24) – Jêderekî ji Polîsê Petrol û Gazê yê li parêzgeha Duhokê ragihand; çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Çemankê êrîş kirin ser hêzeke Polîsê Petrol û Gazê ku li wê deverê erkê xwe cîbicî dikirin, di encama êrîşê de du polîs birîndar bûn.
Îro çarşemê 4ê Mijdara 2020an, danê êvarê çekdarên PKKê li devera Çemankê êrîş kirin ser Polîsê Petrol û Gazê û di encamê de du polîs birîndar bûn.
Êrîşên çekdarên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge û saziyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî wê yekê tê ku çend roj berê çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê teqandibûn.
Îro jî li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdstanê kiribû û di encama wê êrîşê de pêşmergeyek şehîd bû.