Efserê Pêşmerge yê di êrîşa PKKê de birîndar bûye çîrokê vedibêje
Navenda Nûçeyan (K24) – Efserê hêza Pêşmerge ya Kurdistanê yê di encama êrişa PKKê de li Çemankê birîndar bûbû MoqedemTayîb Ebdullah behsa dema bûyerê dike û dibêje: "Çekdarên PKKê li riya qîrê bombeyek bi otombîla me de teqand û em gulebaran kirin."
Navenda Nûçeyan (K24) – Efserê hêza Pêşmerge ya Kurdistanê yê di encama êrişa PKKê de li Çemankê birîndar bûbû MoqedemTayîb Ebdullah behsa dema bûyerê dike û dibêje: "Çekdarên PKKê li riya qîrê bombeyek bi otombîla me de teqand û em gulebaran kirin."
Efserê Pêşmerge ji K24ê re got: "Ew cihê ku bombe ji bo me hatibû çandin, li nava kûrahiya Herêma Kurdistanê ye. Me qet nefikirî ku li wir tiştek bibe, ji ber ku ji Çiyayê Garê dûr e. Dema ku me weke Navenda Ragihandin û Çandê ya sardana çeperên Pêşmergeyan li deverê dikir, bombeyek bi otombîla me de teqiya. Wê demê ez birîndar bûm. Piştre bi qenas gule li me barankirin û çend gule li otombîlê ketin. Lê fermandarê Pêşmerge ji Pêşmergeyan re got ku guleyan neteqînin."
MoqedemTayîb Ebdullah got jî: "Çekdarên PKK'ê berê xwe ji bo êrîşê amade kiribûn. Kemîn li Pêşmerge danîbûn, lê em nizanin çima wiha dikin."
Herwiha diyar kir: "Tenê ji mafê Pêşmerge Herêma Kurdistanê ku herêmeke destûrî biparêze. Seyr e ku ew ji sînorê Bakur hatine û xwe li vê cihî veşêrin. Baş e û asayî ye, lê nabe keç û kurên kurdan nekujin. Çima tên Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan gulebaran dikin?"
Moqedem Tayib got: "Em Pêşmerge û gerîlayên ku keç û kurên kurd dizanin. Lê ew bi awayekî xerab tên perwedekirin. Ez dizanim hin gerîlayan gotine em ê bi Pêşmergeyan re şer nekin, ew li welatê xwe ne û em rêz li wan digirin."
Wî efserê Pêşmerge ragihand: "Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya partiyan dikim ku xwe bigirin, em nizanin ew çi ecindeyekê bicih dikin, lê dive ew ecinde bicih nebe, bila negihe şer. Heger şerê kurd û kurd rû bide, ew karesat e.”
Da zanîn jî: "PKkê got ku me şer nekiriye û me bombe teqandiye. Xuya ye li cem wan teqandina bombeyan ne şer e. Di şerê DAIŞ'ê de tiştê herî xerab teqandina bombeyan bû, ku DAIŞ'ê wiha dikir."
Roja Çarşemê 4 /11 / 2020 çekdarên PKK li nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve êrişî ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.