Li rojavayê Kurdistanê 269 kesên din bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 269 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 269 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 269 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 47 kes li Hesekê, 87 kes li Qamişlo, 59 kes li Dêrikê, 14 kes li Girkê Legê, 7 kes li Amûdê, 12 kes li Dirbêsiyê, 36 kes li Reqayê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Cil Axa, 8 kes li Tirbe Spiyê, 1 kes li Til Temir, 22 kes li Minbicê, 24 kes li Tebqayê, 24 kes li Tebqayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 15 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5247 kesan, ji wan 771 kes baş bûne û 135 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.