Li Êlihê qada tekstîlê pêş dikeve
Di salên dawîn de Êlih di warê tekstîlê de pêngavên serkeftî pêk tîne.
Êlih (K24) - Di salên dawîn de Êlih di warê tekstîlê de pêngavên serkeftî pêk tîne. Li gorî daneyan beriya 10 salan li Êlihê qet kompaniyên tekstîlê tinebûn, lê niha 252 kompanî kar dikin û di van kompaniyan de jî 26 hezaran zêdetir welatî kar dikin. Ev yek di heman demê de rê li ber koça ji bajêr jî digire.
Yek ji bajarên ku bêkarî lê zêde ye û ji bo peydakirina kar welatî jê koç dikin Êlih e û di demên dawîn de hewl tê dayîn ku ev taybetmendiya neyînî ya bajêr were guherîn. Di vê çarçoveyê de gavên serkeftî tên avêtin ku ev yek xwe di qada tekstîlê de dide nîşandan. Êliha ku 10 sal berê kompaniyên tekstîlê qet lê nebûn niha bûye xwediyê 252 kompaniyên tekstîlê û di van kompaniyan de jî ji 26 hezarî zêdetir welatî derfeta kar peyda kirine.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Elihê Abdulkadîr Demîr dibêje veberhênanên bi vî rengî di heman demê de rê li ber koçkirina ji bajêr jî digire.
Abdulkadîr Demîr ji Kurdistan24ê re ragihand: “%20ê xebatkarên me berê ev kar li Stenbol, Bursa û Denizliyê kirine. Zana ne, ji vî karî fam dikin. Niha hatine Êlihê li ber deriyê xwe kar dikin. Berhemên ku di qada tekstîlê de tên hilberîn bo Kurdistana Iraqê û gelek deverên din tên hinardekirin. Hinarde bo Tirkiyeyê gelek girîng e.”
Karsazên ku di warê tekstîlê de veberhênanên xwe li Êlihê kirine balê dikêşin ku eger ji aliyê germî ve jî piştgiriyên bo veberhênanan bidomin ew dikarin Êlihê di warê tekstîlê de bikin marqeyek jî.
Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Tekstîlê ya Êlihê Mehmed Alî Ozturk dibêje wisa bidome dê pirsgirêka bêkariyê jî ber bi çareserbûnê ve biçe.
Mehmed Alî Ozturk diyar kir: “Piştî ku Êlih jî wek herêma ku veberhênan lê were kirin hat nîşandan Veberhênerên me yên ku li Stenbol û rojavayê Tirkiyeyê bûn hatin bajarê xwe veberhênan kirin û deriyê debarê bo xelkê xwe vekirin. Em li Êlihê gelek girîngiyê didin tekstîlê.”
Kesên ku derfet dîtine di qada tekstîlê de bibin xwedî kar jî amaje dikin ku ew kêfxweş in bêyî ku ji malbata xwe dûr bikevin di bajarê xwe de bixebitin û bang dikin ku veberhênanên bi vî rengî li Êlihê berdewam bin.
Xebatkarek dibêje: “Em ji Stenbolê hatin û niha li Êlihê kar dikin. Di Herêma Pîşesaziyê ya Organîze de, karê me baş e, em cem malbata xwe ne. Em kêfxweş in.”
Herwiha xebatkareke din jî diyar dike: “Ez berê li Stenbolê di qada tekstîlê de dişixulîm. Li vê derê jî kargehên tekstîlê vebûn ez hatim vêdê. Bo malbata me jî bo me jî wisa çêtir e.”
Karsaz didin zanîn ku hîn bi sedan karsaz hene ku dixwazin di warê tekstîlê de vehberhênanên xwe li Êlihê bikin û ev yek dikare hejmara xebatkarên qada tekstîlê li Êlihê bike 40-50 hezar jî. Her wiha ji aliyê dahatê ve jî tê amajekirin ku mehane 62 mîlyon lîreyê tirkî dahat bo Êlihê tê.