Koçberên Şingalê li dijî PKKê xwe pêşan didin
Koçberên Şingalê yên li sê kampên serekê yên parêzgeha Dihokê dijîn, bi mebesta vegerandina aramiyê bo bajarê xwe û bidawîanîna revandina zarok û biçûkan ji aliyê PKKê ve xwe pêşan dan û daxwaza bi lez pêkanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Koçberên Şingalê yên li sê kampên serekê yên parêzgeha Dihokê dijîn, bi mebesta vegerandina aramiyê bo bajarê xwe û bidawîanîna revandina zarok û biçûkan ji aliyê PKKê ve xwe pêşan dan û daxwaza bi lez pêkanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kirin.
Peyamnêrên K24ê li kampa Şarya, Êsyan û Çemişko ragihandin, koçberên Şingalê yên li kampên li derdora parêzgeha Dihokê dimînin, li dijî hebûna PKKê û Heşda Şeibî û ji bo bicihkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê derketin xwepêşandinê.
Xwepêşandêran bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Şandeya Neteweyên Yekgirtî kirin ku lezê bidin bicihanîna peymana asayîkirina rewşa Şingalê.
Di meha borî de Hewlêr û Bexda bi armanca vegerandina aramiyê ji bo Şengalê, rêkeftineke dîrokî pêk anîn Di nava armancên wê rêkeftinê de, derxistina komên çekdar ji bajêr heye.
Koçberekî ji K24 re ragihand, ew li benda pêkanîna rêkeftina bidawîanîna 6 salên koçberî li kempa Şerya ye û dixwaze bi rûmet vedigere mala xwe.
Koçber dibêjin rewşa wan roj bi roj di nav kampan de xirabtir dibe û her wiha berî ku xizmetkarî li navçeyên wan neyin kirin, ew nikarin niha vegerin.
Xwepêşanderan di pankarteke din de wiha nivîsand: "Em daxwaza serbestberdana revandiyan ji zindanên DAIŞ û Partiya Karkerên Kurdistanê dikin û bila dawî li terora rewşenbîrî û fizîkî ya li dijî welatiyên Şengalê tê kirin, were.”
Yek ji beşdaran got, "Em dixwazin ewlekariya me bê parastin. Em dixwazin siberoja zarokên xwe garantî bikim."
Herwiha koçberên Şingalê dibêjin: "Revandina zarok û biçûkan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve û biçekirina wan, li dijî yasayên navneteweyî ye."
Hebûna hêzên çekdar û PKK'ê li Şengalê, nehiştiye ku rêxistinên navneteweyî berê xwe bidin herêmê û ji nû ve ava bikin û ev yek jî nehiştiye ku gelê herêmê vegerin malên xwe û ji kampên penaberan derkevin ku niha ji sedî 80'ê wan li kampan dijîn.