Li rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî ji bo 15 rojan li seranserî rojavayê Kurdistanê radigihîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî ji bo 15 rojan li seranserî rojavayê Kurdistanê radigihîne.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê (Covid-19), qedexeya çûnûhatinê ya sînodarkirî li seranserî rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji sibe 9ê Mijdarê û ta 23ê Mijdarê ragihand.

Li gor biryara qedexeyê:

- Hemû bazarên mezin tên girtin, tenê dikanên biçûk ên firotana xwarin û sebzeyan dê heta dema 15:00 vekirî bimînin.

- Hemû cihên olî tên girtin, tenê nimêja Înê ji bo Misilmanan û nimêja Yekşemê ji bo Kirîstiyanan dê bi girtina rêkarên tendirustiyê bên kirin.

- Hemû holên kombûnan ên mezin wek holên şahiyan, konên şîniyan, civîn û kongre tên qedexekirin.

- Hemû karmendên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser divê mask û lepikan bikar bînin.

Ragihandina qedexeya çûnûhatina sînordarkirî di demekê de, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5484 kesan, ji wan 130 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.