Firokeyên Tirkiyê sînorê Şingalê bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî ser çekdarên PKKê li gundekî ser bi qezaya Şingalê ve kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî ser çekdarên PKKê li gundekî ser bi qezaya Şingalê ve kirin.

Peyamnêrê K24ê Mahîr Şingalî da zanîn, îşev firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Bara yê li rojavayê navçeya Xanasor ya li sînorê qezaya Şingalê bombebaran kir.

Peyamnêrê me li ser zarê jêderekî ewlekarî diyar kiriye, di wan êrîşan de otombîleke çekdarên PKKê hat armanckirin ku 4 kes tê de bûn. lê hîn jî nediyar e ka çend kes hatine kuştin.

Ji alîyekî din ve Rêvebirê Nexweşxaneya Sinûnê ragihand, yek ji wan çekdaran birîndar rakirine nexweşxaneya wan, lê belê ji ber giraniya birînên wî, ew ber bi nexweşxaneya Mûsilê ve hatiye şandin. Bê ku ti tiştî di derbarê çarenivîsa çekdarên din de bide zanîn.

Hêjayê gotinê ye ku bi sedema hebûna çekdarên PKKê, firokeyên Tirkiyê car caran çiyayê Şingal û derdorê bi giranî bombebaran dikin û welatiyên sivîl dibin qurbanî. Ji ber vê çendê jî xelkê deverê berdewam daxwaz ji PKKê dikin ku ji sînorê devera wan derkevin.