Çîroka kuştina welatiyekî rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê
Berî çend rojan li Hewlêrê di encama şerê du kesan de, kesekî ji rojavayê Kurdistanê bi guleyekê birîndar bû û piştre jî canê xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berî çend rojan li Hewlêrê di encama şerê du kesan de, kesekî ji rojavayê Kurdistanê bi guleyekê birîndar bû û piştre jî canê xwe ji dest da. Polîsa Hewlêrê piştî şopandinê, tawanbar desteser girt ku çekekî bê molet jî pê re bû.
Zinar ê 28 salî û bavê zarokekî, berî 11 rojan dema diçû ser karê xwe, li taxa Pêmcî Heserok a Hewlêrê, ji nişka ve guleyek lê dikeve û bêyî ku pêwendiya wî bi şer re hebe, tê kuştin.
Dewran Muhsîn meriv û hevalê Zinarê hatiye kuştin e û roja bûyerê jî pê re bû û bi hev re diçûn ser karê xwe dibêje: "Du kesan li kolanê şer dikirin. Min dît ku Zinar ji ser matorê kete xwarê. Min zanî ku gule lê ket. Zinar destê xwe bi awayekî dilivand, min zanî ku gule li pişta wî ketiye û di sîngê wî re derketiye. Em ji gelê Kurdistanê dixwazin, heger pirsgirêkên wan hebin, li malê çareser bikin, ne ku li kolanan guleyan bavêjin.”
Piştî çend rojan ji lêkolîn û lêpirsînê, polîsê Hewlêrê tawanbar girt û dest danî ser otomobîl û çekê wî yê gule pê avêtiye ku bê molet hilgirtiye.
Berdevkê Polîsa Hewlêrê Hoger Ezîz diyar kir, ji bilî cezayê kuştina wî welatiyê sivîl ê rojavayê Kurdistanê, tawanbar bi hilgirtina çekên bê molet jî dê wer cezakirin.
Hoger Ezîz dibêje: Demek e polîsên Hewlêrê dest bi hemleyekê ji bo girtina tawanbaran kiriye, da ku wan bidin dadgehê û cezayên xwe werbigirin.