Hevpeymaniya Navdewletî red dike 4 leşkerên wan li Hesekê hatibin kuştin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, nûçeya kuştina 4 leşkerên wan li Hesekê di teqînekê de red dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, nûçeya kuştina 4 leşkerên wan li Hesekê di teqînekê de red dike.
Şeva borî ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kir, li ser riya Heseke – Dêrazorê de bombeyek bi otombîleke Amerîkî de teqiya û 4 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Maruto ji peyamnêrê K24ê re tekez kir, nûçeya kuştina 4 leşkerên Amerîkî li Hesekê di teqînê de ne rast e.
Herwiha, Wayne Maruto li ser twittera xwe belav kir, ti leşkerên wan li bakurê Sûriyê nehatine kuştin û ew nûçe bi derew bi nav kir.
Zêdetirî hezar leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li rojavayê Kurdistanê hene, rahênanê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pê re operasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dikin.