Li Cizîrê 10 endam HDPê û Şaredariyê hatin binçavkirin
Li Cizîra Botanê, 10 endam û rêveberên HDPê û endamên Encûmena Şaredariyê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Cizîra Botanê, 10 endam û rêveberên HDPê û endamên Encûmena Şaredariyê hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Cizîra Şirnexê, îro ber destê sibê êrişî li malên rêveberên HDPê û endamên Encûmena Şaredariyê kirin.
Hat zanîn, Hevseroka şaxa Cizîrê Guler Tunç û Hevşaredar Bêrîvan Kutlu ku şûna wê qeyum hatibû danîn û 8 kesên hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan, polîsan bi çekên giran êrişî malan kirin û deriyan malan şikandin û ketina malan.
Derbarê binçavkirinan de agahiyên berfireh nehatin dayîn.
Çend sal in êrişên hember endam û rêveberên HDPê, bi tometa bangeşeya PKKê berdewam in û hezaran kes hatine binçavkirin.