PKKê ziyana 100 milyon Dolar gihand Herêma Kurdistanê

Ziyanên aborî yên teqîna borîya hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ji alîyê çekdarên PKK ve, nêzîkî 100 miliyon Dolar e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ziyanên aborî yên teqîna borîya hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ji alîyê çekdarên PKK ve, nêzîkî 100 miliyon Dolar e. Herwiha bandor jî li ser dahata Herêma Kurdistanê ya vê mehê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kiriye.

Di dema ku bi dehezaran kes ji bo aboriya serbixwe û parastina qewareya Herêma Kurdistanê xebat kirine û şehîd bûne, tê texmînkirin ku ziyanên teqîna borîya petrolê ji alîyê PKKê ve hatiye teqan, biqasî mûçeyên 2 meh û nîvan ên wezareta şehîdan e.

Endamê Komîteya Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê li Parlemenê Lence Dizeyî dibêje: "Me rojane 10 milyon Dolar di teqînê de ziyan dîtiye. Ev ziyana çar rojan, ziyanê digihîne mûçeyên malbatên serbilind ên şehîdan e. Ev yek jî darbeyek e li ser xwîna şehîdan û gelê Herêma Kurdistanê, ji ber ku di qeyran û nexweşiya giran a Korona re derbas dibin. Ev tawaneke mirovî ya mezin e. Ji bilî wê jî, PKK'ê bi vê kiryarê, rastî şermezarkirina navneteweyî jî bû.”

Piştî 10 rojan ji teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji alîyê çekdarên PKK ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinardeya neftê gihand asta xwe ya asayî. Lê belê tê texmînkirin ku ziyanên wê yên 10 rojan nêzîkî 100 milyon Dolar e.

Di demekê de ku jêdera sereke ya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê neft e, kêmbûna dahata petrolê bi awayekî rasterast bi pêwendiya wê bi kêmbûna dahatên giştî ve heye.

Biryardarê Komîteya Darayî ya Parlemenê Mihemed Seidedîn ragihand, "zêdebûn û kêmbûna hinardeya petrolê dê bandoreke rasterast li ser mûçeyên karmendan û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bike. Teqîna boriyê dê zirareke mezin bigihîne mûçeyên karmendan. Li gorî texmînên me ji bilî buhayê tamîrkirina boriyê, Herêma Kurdistanê nêzî 100 milyon Dolar zirar dîtiye"

Roja 28ê meha derbasbûyî, PKK borîya petrola Herêma Kurdistanê li bakurê Kurdistanê teqand. Ji bilî xistina metirsiyê li ser paşeroja borîyê û alozkirina pirsgirêkan. PKK bi vê kiryarê, gefê li jêrxaneya aborîya Herêma kurdistanê dike, bêyî ku ti bihaneyek hebe.