Li Diyarbekir dema tîma K24 dîmenên trafîkê werdigirt, qeza çêbû
Li Diyarbekirê ser rêya Ruhayê li Otogarê dema ku tîma Kurdistan24ê derbarê rewşa hatûçûna Diyarbekirê de dîmen dikêşand qezayekê rûda.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ser rêya Ruhayê li Otogarê dema ku tîma Kurdistan24ê derbarê rewşa hatûçûna Diyarbekirê de dîmen dikêşand qezayekê rûda. Di encama qezayê de ajokarên herdû erebeyên ku li hev ketin birîndar bûn.
Li ser Rêya Rûhayê ya Diyarbekirê li aliyê otogara mezin dema ku tîma Kurdistan24ê dîmenên rewşa trafîkê dikêşand, qezayek rûda.
Di qezayê de ajokarek jin û ajokarek mêr birîndar bûn. Otomobîla ajokara jin ji aliyê teniştê ve li otomobîla ajokarê mêr da û pêşî û tenişta otomobîlan pelixî.
Ajokarên ku birîndar bûn, bi ambulansê bo nexweşxaneyê hatin rakirin. Hat zanîn ku rêya ku lê qeza çêbûyî ji aliyê plansaziyê ve gelek caran rastî giliyê hatiye ku dibe sedema qezayan lê derbarê vê yekê de heta niha jî ti gavek nehatiye avêtin.
Rêya Ruhayê ku yek ji qerebqalixtirîn rêyên Diyarbekirê ye ji ber qezayê bo demekê hat girtin û rêza erebeyan li ser Rêya Ruhayê heta 1 kîlometreyî jî dirêj bû.