Li Silêmaniyê erd hejiya

Îro berbangê li parêzgeha Silêmaniyê erd hejiya. Li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro berbangê li parêzgeha Silêmaniyê erd hejiya. Li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûne.

Li gorî USGS'ê erdhej navenda wê li Çemçemalê bû. Pileya wê 4.8 li gor pîvera Rîxter bû. Li Silêmanî, Kerkûk û Hewlêrê hest pê hate kirin.

Li gorî K24ê, ji ber erdhejê li hin deverên Silêmaniyê xelk ji malên xwe derketin, bi taybet li avahiyên bilind erdhej lê zêde hest pê hatiye kirin.