Amerîka du Lîwayên Pêşmerge bi çek dike

Amerîka berdewam e li ser biçekkirina hêzên Pêşmerge û wan îro her du lîwayên 14 û 16 yên piyade yên hêzên Pêşmerge bi çek kirin. Herwiha çendîn otombîlên curbicur ên leşkerî yên giranbuha pêşkêşî wan kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka berdewam e li ser biçekkirina hêzên Pêşmerge û îro her du Lîwayên 14 û 16 yên piyade yên hêzên Pêşmerge bi çek kirin. Herwiha çendîn otombîlên curbicur ên leşkerî yên giranbuha pêşkêşî wan kirin.

Îro 10-11-2020 di merasîmekê de li Rêveberiya Giştî ya Mîreya Wezareta Pêşmerge, çek û otombîlên leşkerî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge hatin kirin. Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl û berpirsê bilind ê hêzên leşkerî yên Amerîka li Iraqê û Herêma Kurdistanê General John Teichert di merasîmê de gotar pêşkêş kirin.

Alîkarîya Amerîka ji 150 otomobîlên Hummer û hejmareke mezin a çekan û çend otomobîlên barhilgir ku ew jî ji cureya Hummer in û hejmarek otomobîlên veguhastina sotemenî pêk hatiye.

Ev cara duyemîn e ku di nava kêmî du mehan de Amerîka alîkarî pêşkêşî hêzên Pêşmerge dike. Pêştir Lîwayên 1 û 2 ji aliyê Amerîka ve hatibûn biçekkirin. Biryar e jî, hêzên Hevpeymanan Lîwayên 3, 4, 5, 6 û 7 jî biçek bikin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di merasîma pêşkêşkirina hevkariyên Amerîk de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Îro em li gel dost û hevpeymanên xwe ne. Welatek ku her tim girîngiyê dide hêzên Pêşmerge. Dostaniya gelê Kurd û Amerîkayê bi van alîkariyan derbasî qonaxeke din dibe. Me her tim bi serbilindî behsa dostaniya navbera Kurd û Amerîkayê kiriye."

Wezîrê Pêşmergeyan got, "Ev kelûpelên leşkerî bi pîvana leşkerî ya nûjen, dê bibe derfeteke din a girîng ji bo xurtkirina hêzên me. Em di Wezareta Pêşmerge de rola leşkerî ya Amerîka di hemû waran de bilind dinirxînin. Em kar ji bo xurtkirin û berdewamkirina vê hevahengiyê dikin. Em bi giringî li hewlên artêşa Amerîka dinêrin. Kurd û Pêşmerge van alîkarîyan ji bîr nekin.”

Wezîrê Pêşmerge di beşeke din ji axaftinên xwe de bal kişande ser pêwendiyên Pêşmerge li gel Îraqê û got: " Niha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di hemû astan de têkiliyên xwe yên baş bi hikûmeta federal û artêşa Iraqê re hene. Wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge, em kar ji bo baştirkirina wan têkiliyan dikin.”

Her çend e piştî 3 salên şer, di sala 2017'an ve bidawîkirina DAIŞ'ê li Iraqê hate ragihandin, lê bi taybet li navçeyên Kurdistanî, tevgera DAIŞ'ê zêde dibe. Şoreş Îsmaîl venaşart û got: "Niha em di qonaxeke hestiyar de ne ji bo rûbirûbûna terorê. Em hest bi metirsiyên DAIŞ'ê û xurtbûna wan dikin."

Berpirsê bilind ê hêzên leşkerî yên Amerîka li Iraqê û Herêma Kurdistanê di merasîmê de di gotarekê de got: “Me duh guftûgo li ser vê hevahengiyê kir û me behsa evê hevkariyê kir. Ev cebilxane gelek çek, otombîl li xwe digire. Ev yek jî dike ku Wezareta Pêşmerge ji bandora xwe ya heyî hîn bibandortir bibe."

Herwiha got: ''Dema em çek û cebilxane pêşkêş dikin, ev nîşana berbiçav a têkiliya demdirêj û kûr a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye. Çek û cebilxaneyên ku li vê mîreyê de hene dê hêzên Pêşmerge bihêztir bikin.”