Dîndar Zêbarî: Ji ber armanckirina navçeyên sînorî 28 welatî şehîd bûne
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî aşkere kir, ji sala 1995an û heta niha 28 welatiyên sivîl li navçeyên sînorî di bombebaran û topbarana Tirkiyê de şehîd bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî aşkere kir, ji sala 1995an û heta niha 28 welatiyên sivîl li navçeyên sînorî di bombebaran û topbarana Tirkiyê de şehîd bûne. Diyar kir jî, tenê li devera Şîladizê 85 gund ji ber hebûna PKKê ve vala bûne.
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ji destpêka îsal û heta niha, hêzên esmanî yên Tirkiyê 272 caran êrîşî navçeyên sînorî kirine. Herwiha 185 caran ji aliyê Tirkiye û Îranê ve hatine topbarankirin.”
Dîndar Zêbarî da zanîn: “Ji sala 1995an û heta niha, 28 welatiyên sivîl di encama bombebaran û topbarana navçeyên sînorî şehîd bûne. Tenê îsal, 5 kes şehîd bûne û 10 kesên din jî birîndar bûne.”
Ragihand jî, "Di meha Tîrmeha îsal de firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê zêdetirî 33 caran devera Badînan bombebaran kir. Topxaneyên Tirkiyê jî 20 caran ev dever topbaran kir. Hin carinan jî bi çekên sivik jî teqe kiriye. Herwiha Îranê jî navçeyên sînorî topbaran kirin."
Dîndar Zêbarî diyar: “Ji ber hebûna PKKê, ji sala 1995 an û vir ve, 85 gund li derdora Şîladizê vala bûne û qedexe ye ku xelkê van gundan vegere gundên xwe. Herwiha 169 gundên din jî li navçeya Amêdiyê ji aliyê PKK'ê ve hatine qedexekirin û nahêlin xelkê wan gundan ji bo çandinî û ajeldariyê vegere gundên xwe. Ev jî cihê dilgiraniya xelkê me ye. Xelkê wan gundan ji salên heştê yên sedsala borî ve bi sedema rêjîma Beis koçber bûbûn, niha careke din jî bi sedema PKKê koçber bûne.”
Ev yek ji bo gel mijara xemginiyê ye û em jî gelê van gundên ku di salên 1980 'î de ji aliyê rejîma Baasê ve hatine koçberkirin, niha careke din bi destên fiskoyê koçber bûne."