Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêx Nehro Kesnezanî kir

Serokê Herêma kurdistanê pêşwazî li Rêberê tarîqata Qadirî Kesnazanî kir û tê de behsa erkê giran ê Şêx Nehro û rola Sofizmê di miyanrewî û derkirina ji tundûtîjîya olî de kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Rêberê Tarîqata Qadirî Kesnazanî kir û tê de behsa erkê giran ê Şêx Nehro û rola Sûfizmê di miyanrewî û derkirina ji tundûtîjîya olî de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Rêberê Terîqeta Qadirî ya Kesnezanî Şêx Nehro Muhemed Ebdulkerîm Kasanzanî û şanda pê re kir.

Di dîdarekê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî û serexweşiyên xwe ji bo koça dawiyê ya şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, bavê wî û rêberê berê yê Terîqeta Qadirî Kasnazanî kir û hevxemiya xwe bi wî, malbata wan û mirûd û şêxên tarîqetê re nîşan da.

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê herwiha behsa rola giring a Sûfizmê di miyanrewî û netundûtûjî û dûrketina ji tundiya olî, pêkvejiyan, lêbûrîn û qebûlkirinê de kir û di wê derbarê de behsa erkê giran ê Canabê Şêx û Terîqetê kir û pêzanîna xwe ji bo pêgeh û rola Şêx û Terîqetê dubare kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Şêx Nehro Kesnezanî, ji bilî kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina xwe bi rêzdarî re nîşan da, amaje bi niyaz û amadekariyên xwe ji bo lidarxistina konferansekê derbarê Sûfîtiyê de kir ku tê de tekezî li peyama nerm, miyanrew û netundûtûjîyan bê kirin û ji her cihekî mêvanan ji bo wê bêne vexwandin. Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hemû piştevanî û alîkarîyên xwe û Serokatîya Herêma Kurdistanê jî jê re da nîşandan.

Di civînê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên olî Dr. Piştîwan Sadiq amade bû