Serok Barzanî Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî civiyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Terîqata Qadirî li Kurdistan û Cîhanê Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Terîqata Qadirî li Kurdistan û Cîhanê Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî kir.

Di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî ya Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin kirin.

Her wiha tekez li ser berhevkirina hewlên hemû aliyan ji bo bihêztirkirina giyanê tebayî û biratiyê di navbera çînên civakê de û parastina nirxên bilind yên ol û xwedênasî û pêkvejiyanê hate kirin