Heyva Sor a Kurd: Divê welatî pabendî rênimayên tendirustiyê bibin
Hejmara pêketiyên Korona li rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Heyva Sor a Kurd dibêje, tîmên wan 24 demjimêran kar dikin, lê hejmar gelek e û xelk jî di pêkanîna rênmayan de xemsar in.
Qamişlo (K24) – Hejmara pêketiyên vîrûsa Korona li rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Heyva Sor a Kurd dibêje, tîmên wan 24 demjimêran kar dikin, lê hejmar gelek e û xelk jî di pêkanîna rênmayan de xemsar in.
Roj bi roj hejmara kêseyên pêketina bi Korona bilind dibe. Navenda Heyva Sor a Kurd 24 demjimêran di amadebaşiyê de ye û pêşwaziya telefonên xelkê dikin, eger tu gûmanên pêketinê hebin. Nav û cih tên tomarkirin û ambulans bo wan tê şandin.
Berpirsê di Heyva Sor a Kurd de Seid Elî ji K24ê re got: “Hejmara pêketiyan zêde bûye. Rojane zêdetir ji 50 têstî erênî derdikeve. Rojana em pêwendiyên xelkê werdigirin, ewên ku pêwîstî hebe, em jê re têstê çêdikin.”
Navenda ambulansê jî ji demjimêrên sibehê ve berê xwe didin malên ku li cem wan tomarkirî ne û têstê ji wan re çêdikin. Tîma K24ê piştî pêkanîna hemî rênmayên parastinê, bi tîmeke Heyva Sor a Kurd derket, li malên nexweşan geriya.
Endama Tîma Ambulansê Rojîn Ehmed ji K24ê re got: “Em diçin malên nexweşan û rewşa wan dinêrin. Dema gûman Koronayê hebe, em rewşa dinirxînin û heger pêwîstî hebe jî, em wan vediguhêzin navenda kerentîneyê. Heger pêwîstî nebe jî, li malê çareseriyên pêwîst werdigire.”
Di 24 demjimêrên borî de 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Hejmara pêketiyan li rojavayê Kurdistanê 5700 derbas kir. Ta niha jî nêzî 830 kesî rihet bûna û 147 kes jî canê xwe ji dest dane. Li gel vê hejmara bilind, ta niha jî xelk di pêkanîna rênimayên rûbirûbûnê de xemsar in.