Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Sarok Barzanî, ji ber keça dawî ya Salih Mehmûd ku Pêşmergeyekî dêrîn, çalakvan, dîrokzanekî jêhatî û di ehman demê de kurê meta Serok Barzanî ye, peyameke sersaxiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sarok Mesûd Barzanî, ji ber keça dawî ya Salih Mehmûd ku Pêşmergeyekî dêrîn, çalakvan, dîrokzanekî jêhatî û di heman demê de kurê meta Serok Barzanî ye, peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi mixabiniyê ve şeva derbasbûyî kurê meta min Salih Mehmûd ji ber nexweşiyê ve koça dawî kir. Xwedê jêrazî Salih Pêşmergeyeke dêrîn û xebatgêr û li heman demê de kesekî xwenas û dîrokzaneke jêhatî bû.”

Serok Barzanî hêviya şîfayê ji bo hemû nexweşan dixwaze û hêvîdar e xwedayê mezin li miriyên hemû aliyekê xweş be.

Herwiha Serok Barzanî diyar kir, ji ber selametiya xelkê jî, pirse û sersaxî nehatiye danîn.