Li Rihayê baseke geştiyarên Iraqê wergeriya: Mirî û birîndar hene
Li ser riya Mêrdîn – Ruha basek wergeriya, 31 geştiyarên Iraqî birîndar bûn û kesekî canê xwe da.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser riya Mêrdîn – Ruha basek wergeriya, 31 geştiyarên Iraqî birîndar bûn û kesekî canê xwe da.
Rêveberê kompanya Rafîdeyn ji K24 re got, basa geştiyaran ji Bexdayê ber bi bajarê Semsûnê yê Tirkiyê diçû, li ser riya Mêrdîn û Ruhayê wergeriya.
Agahiyên destpêkê dibêjn, kesekî canê xwe ji dest daye û 31 kesên din birîndar bûne.
Birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyên Ruhayê hatine veguhastin.
Pêştir hatibû belavkirin, ji ber ku geştiyar ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ne. Lê di piştre Rêveberê kompanya Rafîdeyn tekez kir, bas numreya Silêmaniyê hildigire, lê geştiyar ji Bexdayê ne.
Derbarê sedemên bûyerê lêprisîn berdewam e. Lê lêkolînên destpêkî dibêjn, demjimêr 04:30 bas ji bin kontorla ajokar derketiye