Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Şah û gelê Behreynê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê arasteyî Şah û gelê Behreynê kir.

 

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê arasteyî Şah û gelê Behreynê kir.

Bi boneya koça dawî ya Serokwezîrê Behreynê Xelîfe bin Selman Al Xelîfe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tweetekê de peyama sersaxiyê arasteyî şah û gelê Behreynê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Ez sersaxiya şah û gelê Behreynê dikim ji ber koça dawî ya Xelîfe bin Selman Al Xelîfe.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Şahzade Xelîfe kesayetekî herêmê û bi tecrubeya dewletdariyê bû.”

Îro Dîwana Şahê Behreynê di daxuyaniyekê de agahiya koça dawî ya Xelîfe bin Selman Al Xelîfe ragihand, ku li nexweşxaneyeke Amerîkayê ji ber nexweşiyekê di temenê xwe yê 85 salî de jiyana xwe ji dest da.