Ehmed: Şam dixwaze mijara vegera penaberan, bike mijareke siyasî

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser kongreya vegera penaberan ku li Şamê hat lidarxistin, diyar kir: Ev kongre, mijareke siyasî ye.

 

Hewlêr (K24) – Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser kongreya vegera penaberan ku li Şamê hat lidarxistin, diyar kir: “Ev kongre, li gor xwendina me, mijareke siyasî ye. Rejîm dixwaze xwe ji nû ve zindî bike, ji ber ambargoya ku li hember wê hatiye kirin, bi taybetî ji hêla Amerîkayê ve, dixwaze wê ambargoyê bi rêya meseleya mirovahiyê, bike mijareke siyasî û li gor wê bimeşe.”

Rewşa penaberan, mijara vegera penaberan li Şamê tê axaftin, lê rewşa penaberan bi awayekî berfireh girêdayî rojavayê Kurdistanê ye jî, Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji bajarê Hesekê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û bersiv da pirsên Cemal Batun.

Şêxmûs Ehmed derbarê kongreya vegera penaberan de ku li Şamê hat lidarxistin, got: “Ev kongreya ku îro li Şamê li dar ketiye, tenê rejîm û dewleta Rûsî û alîgirê wan Îran pêk anîne. Mixabin ti kesekî eleqarên penaberan, bi taybetî jî weke Rêveberiya Xweser, dewletên derdor, yan dewletên Yekîtiya Ewropayê, heta Amerîka jî beşdar nebûye, heta Neteweyên Yekbûyî jî weke çavdêr beşdar bûye, ne weke endameke sereke, ji ber vê pirsgirêka penaberan pirsgirêkeke navdewletî ye, ne tenê girêdayî Şamê ye.”

Ehmed eşkere kir: “Ji bo herêmên me, li bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li Rêveberiya Xweser, bi sed hezaran kes koçberî herêmên me bûne, bi sed hezaran kes jî ji herêmên me derketine derveyî welat. Li başûrê Kurdistanê, li bakur, li Tirkiyê û heta Ewropayê derketine. Ji bo vê divê kongreyeke navdewletî çêbiba derbarê wan de û divê nûnerên me yên Rêveberiya Xweser jî cih bigre, çimkî em jî beşekê ne di vê mesela koçberan de.”

Li ser pirsa şert û mercên Sûriyê ji bo vegera penaberan, Şêxmûs Ehmed diyar kir: “Mijara vegera penaberan ji bo tevahiya Sûriyê, mijareke girêdayî şert û mercên Sûriyê ye. Gelo ew şert û merc gihiştine asta ku xelk vegerin, bi taybetî li herêmên di bin kontrola rejîmê de. Çimkî hejmareke berfireh xelkê ji hundirê Sûriyê di herêmên me de, di kampan de, di bajar û gundan de dimînin. Ewan heta niha metirsiya wan pi heye ji rejîmê ku vegerin. Ev li gor pîvanên navdewletî vegera penaberan ji bo cih û warê xwe, şert û merc gerek in, ew şert û merc; divê ewlehiyeke navdewletî hebe, divê vegera wan bi keramet vegerin, a sisêyan jî; divê bê zext, yanî bi daxwaza xwe vegerin. Li gor vê, em li herêmên xwe, kesên vedigerin cih û warên xwe, bê zext, weke daxwaza xwe vedigerin, em destekê didin wan, heta em bi alîkariya asayîşê, em digihînin cih û warên wan.”

Ehmed eşkere kir: “Ev kongre, li gor xwendina me, mijareke siyasî ye. Rejîm dixwaze xwe ji nû ve zindî bike, ji ber ambargoya ku li hember wê hatiye kirin, bi taybetî ji hêla Amerîkayê ve, dixwaze wê ambargoyê bi rêya meseleya mirovahiyê, bike mijareke siyasî û li gor wê bimeşe. Ti peywendiya wan bi kesekî re tine ye. Kongreya wan a ku li Şamê li dar ketiye, eynî mîna kongreyên çawa ku li Soçî li dar xistin, çawa li Astana her sê hêzên eleqedar, Rûsya û Îran û Tirkiyê, eynî wextê li Soçî li dar xistin, çend kesên Sûrî birin, çend kesên girêdayî xwe birin, Rêveberiya Xweser dîsa dûrî wê xistin. Ji bo vê, mijara vegera penaberan bo Sûriyê, mijareke siyasî ye, rejîm dixwaze ambargo ji ser xwe rake.”

Fly Erbil Advertisment