Aydin: Divê aqilmendên di nav PKKê de, li dijî kiryarên nerast bisekinin
Serokê berê yê Şaxa Diyarbekir a Komeleya Mafên Mirovan Abdulkadir Aydin li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê axivî.
Hewlêr (K24) – Serokê berê yê Şaxa Diyarbekir a Komeleya Mafên Mirovan Abdulkadir Aydin li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav PKKê de kesên Kurd û Kurdewar, însanên aqilmend hene û divê ew li hember kiryarên nerast bisekinin.
Abdulkadir Aydin ji bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ev êrîşa PKKê li ser Pêşmerge, me bihîst em pir li ber ketin, ev êrîş nayê qebûlkirin. Li Herêmê jî, li rojhilat jî, li rojava jî û li bakur jî, li başûr jî, yek Kurdek jî vê êrîşê qebûl nake. Li bakur gelê Kurd gişî birakujî naxwazin.”
Li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê û rêgiriya PKKê ya li ber vê rêkeftinê, Abdulkadir Aydin diyar kir: “Şingal parçeyeke Kurdistanê ye, bajarekî Kurdistanê ye, di serî de têkiliya wan a bi Heşda Şe'bî re û xebata wan a bi hev re nayê qebûlkirin. Ew herêm, bi ser Herêma Kurdistanê ye, gelê Şingalê jî, daxwaza wan girêdayîbûna bi Kurdistanê re ye. Divê Pêşmerge li wir cih bigre.”
Abdulkadir Aydin destnîşan kir: “Di nav PKKê de kesên Kurd û Kurdewar, însanên aqilmend hene, divê li hember wan bisekinin, ev çi doz e, bira gulle berdide birayê xwe, kîjan deste van bombeyan dide teqandin, ev nayê qebûlkirin.”