Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li kêlgehên petrolê yên Rojava dikin
Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li kêlgehên petrol û gazê yên li Rojavayê Kurdistanê encam didin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Amerîkî gereke çavdêriyê li kêlgehên petrol û gazê yên li Rojavayê Kurdistanê encam didin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, îro hêzeke Amerîkî ku ji 4 zirîpoş, 4 tankên Bradley û 2 helîkopter pêk tê, gereke çavdêriyê li derdora bajarokê Rimalê dikin.
Peyamnêrê me da zanîn jî, gera çavdêriyê ji baregeha hêzên Amerîkî ya li Rimêlanê dest pê kir û berê xwe da navenda Gir Zîro ya petrol û gazê. Ger li kêlgehên petrol û gazê tê kirin.
Serokê Amerîka ragihandibû, dê beşek ji hêzên Amerîkî li bakurê rojhilata Sûriyê (Rojavayê Kuridstanê) bo parastina kêlgehên petrolê bihêle, car caran hêzên Amerîkî gerên çavdêriyê encam didin.



















