Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa darayî
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser dijayetiya Herêma Kurdistanê ya ji hêla aliyên Şîe û Sunne yên li Parlementoya Iraqê peyamek belav kir.
Hewlêr (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser dijayetiya Herêma Kurdistanê ya ji hêla aliyên Şîe û Sunne yên li Parlementoya Iraqê peyamek belav kir û tê de bersiv da daxwaza Serok Barzanî ku berî niha daxwaz kiribû, her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê biryarekê bidin ji bo parastina rûmeta gelê Kurdistanê.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
Di derbarê yasaya pirkirina kurtanîna darayî ku îro pênçşem 12/11/2020 li Encumena Nûnerên Iraqê bi zorîne û bi bêyî berçav girtina prensîpên hevbeşî û lihevkirin û hevsengî û bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin, destxweşiyê li hemû fraksiyonên Kurdistanî û nûnerên birêzên Herêma Kurdistanê dikîn ku ji bo dakokîkirina li maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê yek helwest bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre û hemû hewlên dixe holê ku parêzgeriyê li maf û hêjayiyên xelkê Kurdistanê, ya ji bo vê mebestê û bi navê yek helwestiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê da li ser vê pirsê, civîna her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federal û Encumena Nûneran tê saz kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
12/11/2020