Li Diyarbekirê hosteyê pêlavan 60 sal in pêlavan çêdike

Yek ji pîşeyên qedîm ên Sûra Diyarbekir hostetiya pêlavan e û kevintirîn hosteyê pêlavan li Diyarbekirê Mehmet Emîn Îpek e.

 

Diyarbekir (K24) - Yek ji pîşeyên qedîm ên Sûra Diyarbekir hostetiya pêlavan e û kevintirîn hosteyê pêlavan li Diyarbekirê Mehmet Emîn Îpek e ku 60 sal in pîşeya xwe didomîne. Mehmet Emîn Îpek dibêje niha hijmara hosteyên pêlavan herî zêde 5 in û xemgîn e ku dibîne her ku diçe pîşeya wî ber bi nemanê ve diçe.

Mehmet Emîn Îpek ê 70 salî, 60 sal in bi heman coş û kelecanê berê xwe dide kargeha xwe. Teybetmendiya Mehmet Emîn Îpek ew e ku li Diyarbekirê kevintirîn hosteyê pêlavan e. Hosteyê biezmun di sala 1960an de dest bi çêkirin û temîra pêlavan kiriye û di Sûra Diyarbekirê ya dîrokî de karê xwe yê qedîm didomîne. Hoste Mehmet Emîn Îpek amaje dike ku ew xemgîn e dibîne sal bi sal pîşeya wî li Diyarbekirê ber bi nemanê ve diçe û balê dikêşe ku bi pêş ketina teknolojiyê her ku diçe girîngiya keda destê mirovan kêm dibe.

Mehmet Emîn Îpek ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Wê demê serjimêrî kêm bu û hijmara hosteyan jî ji yên îro gelek zêdetir bû. Niha serjimêrî pir e lê hosta kêm mane. Gelek ji wan hosteyên kevin wefat kirine. Ji nifşê min hosteyên pêlavan 3-4 hoste mane.”

Hosteyê ku 60 sal in karê xwe bi heman coş û kelecanê dike ji karê xwe gelek hez dike û dibêje sebra wî gelek bi karê wî tê û her wiha amaje dike ku ne ji bo debarê be jî ew ê dîsa karê xwe bike ji ber ku destê wî ji karê wî nabe. Evîndarê pîşeya xwe Hosta Mehmet Emîn Îpek dibêje heta ku ew di karê xwe de bûye hoste gelek zehmetî kişandiye.

Mehmet Emîn Îpek dibêje: “Ez rojane derdora 5-6-7 demjimêran dişixulim. Ez mirovek qeneetkar im. Rojane 10 lîre jî were, 40 lîre jî were ez qîma xwe pê tînim. Ez şikirdar im. Ez dikarim pê îdare bikim û bikaribim debara xwe bikim.”

Mehmet Emîn Îpek ku jiyana xwe bi esnafî û hostetiya pêlavan derbas kiriye, dibêje kevneşopiyek a berê ya Sûrê heye dema ku esnafek bo demekê ji dikana xwe derbikeve hewce nabîne ku dikana xwe bigire, ji ber ku di nava xelk û esnafan de baweriyek wisa xurt rûniştibû her kes bi hev ewle bû û hîn jî di nava Sûrê de ku wek muzexaneyek servekirî ye, heman bawerî berdewam e. Mehmet Emîn Îpek dibêje ew gelek kêfxweş e ku ew çanda qedîm hîn jî didome.