Mûşî: Amerîka bi piştevaniya diyaloga kurdî berdewam e
Endamê şanda Eniya Aştî û Azadiyê naverokê civîna wan bi şanda Amerîka li Stenbolê aşkere kir û ragihand, Amerîka dê bi piştevaniya diyaloga kurdî – kurdî de berdewam be.
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê şanda Eniya Aştî û Azadiyê naverokê civîna wan bi şanda Amerîka li Stenbolê aşkere kir û ragihand, Amerîka dê bi piştevaniya diyaloga Kurdî – Kurdî de berdewam be.
Şandeke Eniya Aştî û Azadiye çend roj in li Tirkiyê ye û hejmarek hevdîtin encam dane. Duhî jî bi şandeke Wezareta Derve ya Amerîka bi serokatiya Zahra Bailey re civiyabû.
Derbarê naveroka civînê de, Endamê şanda Eniya Aştî û Azadiyê Gabriyêl Mûşî ji K24ê re got: “Şanda Amerîkî tekez kir ku siyaseta Amerîka ji ber hilbijartinan vê dawiyê çêbûn nayê guhertin. Dê bi piştevaniya biryara navdewletî berdewam be. Ji ber ku riya çareseriya siyasî li Sûriyê ye.”
Diyar kir jî, Amerîka dê di piştevaniya opozîsyonê de jî berdewam be û nahêle opozîsyon perçe bibe.
Li ser diyaloga kurdî, Gabriyêl Mûsî got: Aliyê Amerîkî tekez kir ku dê piştevaniya danûstandinên Kurdî- Kurdî bike, wek beşekî ji danûstandinên hemû pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Siyran, Asûrî ji bo yekxistina opozîsyona Sûriyê.”