Enqerê operasyona “Birûsk 15” li dijî PKKê ragihand
Wezareta Berevanîyê ya Tirkiye îro operasyona bi navê “Operasyona Birûsk-15ê” li Bidlîsa bakurê Kurdistanê li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest pê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanîyê ya Tirkiye îro operasyona bi navê “Operasyona Birûsk-15” li Bidlîsa bakurê Kurdistanê li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, wan li Mutkî-Sarpkaya ya Bedlîsê dest bi operasyonê li dijî PKKê kiriye. 816 endamên hêzên ewlekariyê û hêzên taybet di operasyonê de beşdar in.
Arteşa Tirkiyê ku di meha Tîrmeha bûrî li Şirnex, Colemêrg, Agirî, Dêrsim, Çewlîg û çiyayên Amanosê jî 14 operasyonên wekî ya li Bedlîsê dabûn destpêkirin, heta niha 143 çekdarên PKKê kuştine û karîne 74 endamên wê partiyê desteser bikin.
Diyar kir jî, heta niha 251 şikeft, sitargeh û komgehên çekan jinav birine û dest danîne ser gelek çek, cebilxane.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha amaje kir ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku digihêjin armanca xwe.
Di Tîrmeha îsal de Tirkiyê operasyona bi navê "Birûsk" li dijî çekdarên PKK'ê ragihand û heta niha çend qonaxên operasyonê li herêmên cuda yên bakurê Kurdistanê pêk anîne.