Îran navçeyên li ser sînorê Herêma Kurdistanê topbaran dike

Medyaya Îranê îddia dike ku bi topbaranê zererên mezin dane grûbên "serhilder".

Hewlêr (K24) - Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku deverên li ser sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kirine. Li gor daxûyaniyên hikûmeta Îranê, "grûbên serhilder" kirine armanc.

Medyaya Îranê îddia dike ku bi topbaranê zererên mezin dane grûbên "serhilder".

Li van devran çend caran di navbera artêşa Îranê (Pasdaran) û hêzên kurd de şer û pevçûn çêbûn. Di encamê de ji herdu aliyan gelek kesan canê xwe ji dest dan.

Berî du rojan jî 3 leşkerên sînorparêz yên Îranê di encama şerî de canê xwe ji dest dabûn.

Fly Erbil Advertisment