Sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dicivin
Biryar e her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê îro derbarê yasaya qerzê ya Iraqê kom bibin û biryarên pêwîst derbarê derbaskirina vê yasayê bê Kurd di perlemantoya Iraqê de bidin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê îro derbarê yasaya qerzê ya Iraqê kom bibin û biryarên pêwîst derbarê derbaskirina vê yasayê bê Kurd di Perlemana Iraqê de bidin.
Roja Pêncşemê 12 /11 / 2020 perlemanterên Şî'e û Sunne yên di Perlemana Iraqê de yasayê qerzê bê îradeya Kurd û bê amadebûna perlemanterên Kurd pesend kirin. Li gor yasaya qerzê ku hemû perlemanterên Kurd ên hemû firaksiyonên Kurdistanî li dijî wê rawestiyan, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahatên neftê û yên ne neftê radestî Bexdayê bikin, da ku beşek ji qerzê wergirin. Lê belê ew razî nebûn û hola civînê derketin. Perlemanterên, Şîa û Sunne li ser wê projeyasayê deng dan.