Perlemana Kurdistanê pirsa "derbaskirina yasaya qerzê" guftûgo dike

Seroka Perlemana Kurdistanê daxwaz ji hemû perlemanterên xula pêncem a Kurdistanê dike ku roja Sêşemê 17.11.2020an beşdarîyê di kombûna Perlemanê de bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Perlemana Kurdistanê daxwaz ji hemû perlemanterên xula pêncem a Kurdistanê dike ku roja Sêşemê 17.11.2020an beşdarîyê di kombûna Perlemanê de bikin.

Li gorî karnameya Perlemanê, ev rûniştinê dê taybet be bi guftûgoyên derbarê pêşhata pesendkirina dagirtina kêmaniyên darayî ya federalî û plana Herêma Kurdistanê.

Wekî ku di karnameya civînê de hatiye gotin jî, aliyên peywendîdar ên Hikûmetê dê beşdarî civînê bibin.

Roja 12.11.2020an, Encûmena Nûnerên Iraqê projeya dagirtina kêmaniyên darayî bê razemendî û dengê nûnerên kurd pesend kirk u birgeyeke wê yasayê li dijî Herêma Kurdistanê û karmendên wê ye.