Nêçîrvan Barzanî: Ya li Perlemana Bexdayê hatiye kirin cezakirina karmendên Herêma Kurdistanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya xwe li hember wê yasaya ku li Encûmena Nûnerên Iraqê bêyî dengên Kurd derkiriye, nîşan da. Tekez kir jî, wek amûrekê ji bo sizakirina gelê Kurd li wê yasayê dinêrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya xwe li hember wê yasaya ku li Encûmena Nûnerên Iraqê bêyî dengên kurd derkiriye, nîşan da. Tekez kir jî, wek amûrekê ji bo cezakirina gelê Kurd li wê yasayê dinêrin.

Ev axaftinên Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de piştî civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê hatin. Serokê Herêma Kurdistanê tekezî kirin, em gelek ji wê yasaya ku ji alîyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve derçûye, dilgiran in. Ji ber ku wek cezadana mûçexur û karmendên Herêma Kurdistanê ye û em ji vê pêşhatê, bi pêşhateke metirsîdar li Iraqê bi nav dikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, ew karê hatiye kirin, berevajî hemû wan prensîpên ku me di sala 2003 de Iraqê li ser ava kiriye û berevajiya şeraketê ye. Pirsgirêkên Iraqê bi vê yekê çareser nabe, ji ber ku îro alîyek û hinek alîyên nava Parlemana Iraqê xwedî hêz in û dikarin yasayekê bi bisepînin. Nizanim ew çawa pêşbîniyê dikin ku serkeftî bin.

Got jî: Niha eşkere kiriye ku mezintirîn şikestin anîne, ji ber ku beşeke giring a pêkhateyên Iraqê li Herêma Kurdistanê bêpar kirine, ev jî şaş e. Gelek hêzên siyasî yên Iraqê ji wê dilgiran in û ti awayekî ew ji wan re ne destkeftek e. Belkû ev mezintirîn şikestin e ji bo îdarekirina welatekî ku jê re tê gotin Iraq.

Tekez li ser vê yekê kir, eger wan mafê birîna mûçe û mafên gelê Kurdistanê dane xwe û bi wî zimanê tund ew yasaya nivîsîne, çawa dikiran daxwaz bikin ku gelê Kurdistanê xwe weke beşekê ji Îraqê bibînin!

Herwiha got: Herêma Kurdistanê bi ti awayî ji berpirsatiya xwe neriviye û amade ye li hember Iraqê erkên xwe bicih bike. Pirs ew e, aya ew yasa li ser wê yekê derçûye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosya neftê rênekeftiye? Na, bi ti awayekî ew ne rast e. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr ve û min jî ragihandiye, bi hemû awayekî ji bo rêkeftinê amade ne. Hikûmeta Federal li Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê rêkeftiye ku ew 320 milyar Dînar bidin ku ew beşeke kêm a destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye. Lê em razî bûn ku heta dawiya salê berdewam be û di dawiya salê de li ser yasaya nû ya budceya 2021an a Iraqê rêkeftinê dikin.

Serokê Herêma kurdistanê weha jî got: Ewa ku çêbûye “soprayzeke” gelekî mezin bû. Em ê di rûniştina Perlemanê de hemû rastiyan ji xelkê kurdistanê û Iraqê re bibêjin, ka em çawa dikarin vê dosyayê bi Baxdayê re rêbikevin ku hemû jî hatine nivîsandin, data û hejmare heye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir, peyama Min ji bo hêzên siyasî yên Îraqê ew e ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê di warê petrolê û tevahiya mijarên din de rêkeftinek pêk bîne, ji ber ku pirsgirêk ne tenê petrol e, lê belê kêşe gelekî cidî ne li Îraqê. Bêyî çareserkirina wan kêşeyan ne mimkûn e Îraq bikare aramiya xwe biparêze.

Herweha got: “Di evê çarçêveyê de weke Serokê Herêmê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dikim ku rola xwe bibînin. Ji ber ku em dikarin çareyekê ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê re bibînin. Ez dixwazim bibêjim: Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek erk li pêşiya wê ye, ew jî dabînkirina mûçeya karmendan e. Pêzanîna me ya mezin ji bo mûçexur û karmendên Herêma Kurdistanê ye ku têdigihin, ev pirsgirêkê heye û li ber xwe dane. Em ji we re piştrast dikin ku di Hikûmet, Perleman û Serokatiya Herêmê de karê me yê yeken, duyen û sêyem û karê me yê pêşîne ew e, pirsgirêka mûçeyê çareser bikin.