HSD serkirdeyekî û 2 çekdarên DAIŞê desteser dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serkirdeyek û 2 edamên DAIŞê li Heseke û Dêrazorê desteser dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serkirdeyek û 2 edamên DAIŞê li Heseke û Dêrazorê desteser dike.
Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, hêzên wan ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, roja 14'ê Mijdarê li herêma Cedîde Agîdat a Dêrazorê terorîstekî DAIŞ'ê desteser kir.
Diyar kir jî, “Di 15'ê Mijdarê de li devera Şedadê ya Hesekê çekdarekî DAIŞ'ê dema hewl dida malbat û endamên El Qaîdeyê ji kampa Holê birevîne, hat girtin û çek di destê wan de bûn.
Ragihand jî, Serkirdeyekî berê yê DAIŞ'ê jî di 15 'ê Mijdarê de li bakurê bajarê Şedadê hate girtin.