Rûniştina Perlemana Kurdistanê hat paşxistin

Biryar bû sibe Perlemana Kurdistanê bi amadebûna şanda Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê biciviya û nirxandina pêşhatên derbaskirina yasaya qerzê bikira.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar bû sibe Perlemana Kurdistanê bi amadebûna şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê biciviya û nirxandina pêşhatên derbaskirina yasaya qerzê bikira û şanda Hikûmeta Herêmê belgeyên ku li gel Hikûmeta Iraqê îmze kirine nîşan bidana. Lê civîn ji bo demeke din hat paşxistin. Berî civînê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê raporteke têr û tijî bide Perlemanê.

Biryar bû sibe Perlemana Kurdistanê demjimêr 11:00 biciviya. Lê Desteya Serokatiyê Perlemana Kurdistanê biryar da, ew civîn ji bo demeke din bê paşxistin.

Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê em agahdar kirin ku ji bo amadekirina raporteke têr û tijî, pêdiviya wan bi demeke zêdetir heye, ji ber vê yekê me biryar da ku civîna sibe were paşxistin.”

Diyar kir jî: "Di wê raporê de hemû qonaxên danûstandinên li gel Hikûmeta Iraqê û nivîsên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re şandine û herwiha bersivên Hikûmeta Iraqê û Serokatiya Encûnena Wezîran dane dê ji bo Perlemana Kurdistanê re bêne şandin"

Hêman Hewramî got: “Em ê reporta Hikûmetê bidin Komîteya Darayî û Komîteya Samanên Xwezayî û hemû firaksiyonan ji bo guftûgoyê li ser bikin û piştre biryara rûniştina Perlemanê didin.”