Cotyar Adil: Niyaza Hikûmeta Iraqê erênî dibînin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, niyeta Hikûmeta Iraqê erênî dibînin. Berdevkê Hikûmeta Iraqê derbarê pabendbûna wan li hember Herêma Kurdistanê behsa rastiyan kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, niyeta Hikûmeta Iraqê erênî dibînin. Berdevkê Hikûmeta Iraqê derbarê pabendbûna wan li hember Herêma Kurdistanê behsa rastiyan kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil  ji K24ê re got: "Ew pereyên ku Hikûmeta Iraqê ji herêma Kurdistanê re bişîne, mafê me ye û ne xelatek e. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku ew pere rêkeftin li ser hatiye kirin û dive heta ku budceya sala 2021an tê pesendkirin, dive ew were xerckirin.”

Got jî: "Em niyaza Hikûmeta Iraqê erênî û pir baş dibînin. Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve guftugo li gel Bexdayê berdewam bin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan. Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêmê ve, bi piştbestin bi destûrê, bi berdewam guftûgo ji bo gihiştina çareseriyê hebû.”

Derbarê daxuyaniyên Berdevkê Hikûmeta Iraqê de, Cotyar Adil got: “Wî behsa rastîyên kir, ew jî pabendbûna bi rêkeftinê ye ku di 15 Tebaxa sala 2020an de di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de hatiye îmzekirin û em hêvîdar in ku ev niyaza erênî berdewam be.”

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal ragihandibû: “Birgeya mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê ne li gor yasaya qerzê ye. Belkû Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê rêkeftine ku 320 miliyar Dînaran bidin Herêma Kurdistanê. Nabe karmendên Herêmê ji ber nakokiyên siyasî zirarê bibînin.”

Cotkar Adil got: "Di demeke nêzîk de, dê endamên şanda Hikûmeta Herêmê bên diyarkirin û ji bo guftûgoyê dê serdana Bexdayê bikin."

Derbarê dabeşkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de got jî:  “Her dema Bexda 320 miliyar Dînaran bişîne Herêma Kurdistanê, Wezareta Darayîyê dê xişteya dabeşkirina mûçeyan rabigehîne”.