Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî xelateke navdewletî wergirt

Xelata Sergio Vieira de Mello pêşkêşî Husên Qaîdî hat kirin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî yê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî xelata Sergio Vieira de Mello wergirt, ku her sal li Polandayê pêşkêşî kesên xebata wan li ser banga mafên mirovan û diyalogê heye, tê kirin.

Xelata bi navê Sergio Vieira de Mello (Sergio di salên 2002-2003an de Serokê Komîsyona Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirovan bû) ev 17emîn car e tê dayîn.

Husên Qaîdî ji Duhokê ye û ji sala 2014an ve, piştî ku DAIŞê piraniya deverên Êzidiyan dagir kir, dest bi helmetekê kir ji bo dîtina revandiyên Êzidî, rizgarkirina wan û vegerandina wan bo jiyana wan a asayî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xebatên Husên Qaîdî kir û ji meha Tebaxa 2014an ve ofîsek bi navê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan li Duhokê damezrand û ji wê demê ve Husên Qaîdî rêveberê ofîsê ye.

Ev ne yekem xelat e ku pêşkêşî Husên Qaîdî tê kirin, di meha Mijdara derbasbûyî de xelata Dayîka Teresa jê re hat dayîn.

Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan ku ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, li gor datayên dermî ji 6417 kesên revandî, heta niha 3537 kes rizgar kirine, bi giştî heta niha nêzîkî 2880 Êzidî jî winda ne.