Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî koça dawî kir
Piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Qaymeqamê Navçeya Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.”
Rêveberê Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê roja 20ê Cotmehê ragihandibû ku piştî pişkinînê derketiye holê ku Firste Sofî bi koronayê ketiye.
Firset Sofî namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 12ê Îlona 2019an de weke Parêzgarê Hewlêrê hatibû hilbijartin.
Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û Firset Sofî 41emîn parêzgar bû.
Firset Sofî:
- Di sala 1978an de li Çomanê jidayîk bû.
- Li ser yasayên navdewletî xwedî doktora bû.
- Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê yê Polateknîkê bû.
- Endamê gera çarem a Parlementoya Kurdistanê bû.
- Endamê Desteya Şêwirmendiya Yasayî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Bilind a Çaksaziyê bû.
- Serokê Lijneya Demkî ya Peyrewa Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bû.
- 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû.