Nêçîrvan Barzanî: Dr. Firset Sofî kesekî dilsoz bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke hevxemiyê belav kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke hevxemiyê belav kir.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxî û hevxemiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir: “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke wî ya giring di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de hebû, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di Parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset ew kiribû kesekî xoşewîst û cemawerî.”

Nêçîrvan Barzanî ji dil ve xemgîniya xwe bo koça dawî ya Firset Sofî tîne ziman û dibêje: “Piştî wergirtina posta Parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.”

Fly Erbil Advertisment