Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a hikûmeta Brîtanyayê kir

Serok Mesûd Barzanî û şandeke payebilind a hikûmeta Brîtanyayê geşedanên herî dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî û şandeke payebilind a hikûmeta Brîtanyayê geşedanên herî dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.

Roja çarşemê 18ê Mijdara 2020an, Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya şandeke bilind a serbazî û siyasî ya hikûmeta Brîtanyayê kir ku ji Ferîq John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê û hejmarek şêwirmendên Wezareta Berevaniyê û Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Iraqê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û herwiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her di vê civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya xistin ber behs û guftûgoyê û tekez jî li ser berdewambûna rahênan û perwerdeya serbazî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Metirsiyên terorê û serîhildana DAIŞê mijareke din a vê civînê bû.