Rêber Ehmed: Koça dawiyê ya Ferset Sofî ji hinav ve xemgîn kirim

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya parêzgarê Hewlêrê ragihand: "Ev nûçeyên ji hinav ve ez xemgîn kirim.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ragihand: "Ev nûçeyên ji hinav ve ez xemgîn kirim.”

Fersat Sofî 41 emîn parêzgarê Hewlêrê piştî 30 rojî ji pêketina bi vîrûsa Koronayê, îro di temena 42 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed peyama xwe ya serxweşiyê li ser twîtterê belav kir û got: "Ez ji ber koça dawiyê ya hevalê xwe, akademisyen û Parêzgarê Hewlêrê dilxemgîn im."

Wezîrê Navxwe herwiha dibêje, Ferset Sofî “kesek bû ku xwe ji bo karê xwe terxan kiribû û gelek kar kir ji bo pêşvebirin û bidestxistina şefafiyê li tevahiya Herêmê. Ez serxweşiyê li malbat û hevalên wî dikim."