PDK-S: Dr. Ferset Sofî yek ji mêrxasên Kurdistanê yên cudawaz bû
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) bi boneya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê diktor Ferset Sofî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) bi boneya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê diktor Ferset Sofî peyameke serxweşiyê arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de got: “Diktor Ferset Sofî yek ji xortên Kurdistanê yên dahêner bû ku di warê karê partîtî, karê cemawerî de û di hemû erkên pê hatine raspardin de gelekî serkeftî bû û bi vê yekê, bûbû yek ji mêrxasên Kurdistanê yên cudawaz.”
Herwiha di peyamê de hat: “Diktor Ferset bawerî û pêzanîna Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetiya PDKê û cemawerê ku ew ji nêzîk ve nas kirine bi dest xist ku ji sîfatên wî yên baş û xemxwariya wî ya rihetiya welatiyên Kurdistanê hez kirin.”
Komîta Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir: “Dema diktor Ferset bi posta Parêzgarê Hewlêrê hat erkdarkirin, di demeke kurt de serkfetin li ser hemû astan tomar kir. Dema nexweşiya Koronayê di destpêka îsal de li Herêma Kurdistanê belav bû, li her cihekî Hewlêrê dihat dîtin, welatî hişyar dikirin û daxwaz ji wan dikir ku pabendî rêkarên xweparêziyê bibin. Diktor Ferset ji ber çalakiya xwe ya berdewam, bi vîrûsa Koronayê ket û bû şehîdê kar û xebatê.”
Di dawiya peyamê de hat: “Em li Komîta Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê – Suriye de, bi koçkirina Diktor Ferset Sofî re, hevxemiya xwe ya kûr bi we re pave dikin û em serxweşiyê arastî we, welatîyên Kurdistanê, hezkirî û malbat wî dikin.”