Li Qamişlo amadekariyên zivistanê!

Ji ber ku karînên xelkê yên abûrî sînordar in, gelek ji wan berê xwe didin çakirina sobeyên kevin..

Qamişlo (K24) - Bi hatina demsala zivistanê li Qamişlo (rojavayê Kurdistanê) xelk dest bi amadekariya rûbirûbûna sermayê dikin. Herwiha xelk bi ser kirîna sobeyan de çalak e, lê nirxê wan gelek buha ye. Welatî gazinan dikin û dibêjin pêwîst e fermanber mûçeyê heyvekê terxan bike bo kirîna sobeyeke cûra nebaş.

Ji ber ku karînên xelkê yên abûrî sînordar in, gelek ji wan berê xwe didin çakirina sobeyên kevin, mihemed tahir karê çakkirina sobeyan dike, dibêje sobe gelek buha ne û n her kes dikare bikre, ji ber wilo tevgera çakkirinê pir çalak e.

Dîsa nirxê dolarê emerîkî beramberî lîreya sûrî bilind dibe, gihşt nêzî 2700 lîreyî, pê re nirxê her tiştî bilind dibe, abûriya xelkê roj bi roj lawaztir dibe bêyî ku kesek li gazinên wan guhdar bike yan alîkariya wan bike.

Xelkên rojavayê kurdistanê bi kirîna sobeyan amadekariya hatina demsala zivistanê dikin, lê gazinan ji buhabûna nirxê wan dikin, ji ber wilo piraniya xelkê sobeyên xwe yên kevin çak dikin.